Home
add to favorites
dildar@dildar.net      
 

PEYVA TAZÎ 10

 


 

Dildar Ismail  
 

Çima rêxistinên mafên mirova hatine damizrandin ... ? bi navin an li bin kulavin , bi navin an wekî davin ,heger mafê mirova di parêzin û armenca wan zelale bere herin bavê Teyar ji nav lepê eyþo û fato û zelîxa bi derînin û bavê Teyar ji wê zoriyê rizgarbikin , wê gavê raste ku xwe diwestînin , lê çîrok ji wilo girantire ji ber roj bi roj rêxistinên mafên mirova pir dibin .. Nema zanin nava ji kû bênin (weke partiyên rojava) her civatek bi dardikeve li serê cehda an li ber dîwarên bi guh xweþî an reþî hinek gerim dibin çendek ji wan li tepê sînga xwe dixin û derd û xema dikþînin û dibêjin hemî rêxistin û tiþt û miþt þaþin û jiyan valaye vê demê em dikûdebûn û divê em rêxistinek taybet damizrênin û bibe nîþana aþtî û maþtî , nîþana kêfxwarî û bin xwarî , nîþana xwasî û bê xwasî ,nîþana serkeftin û bin keftinê ,nîþana azadî û mazadî , nîþana pêþvero û paþvero , nîþana çewit û mewit , nîþana yekîtî mekîtî , nîþana bin ketin û ser ketinê , nîþana çûn û mûnê veger û nevegerê . tew tew mafê mirova baþ di parêzin bera xwe biparêzin û dengê xwe zelal bikin berî hertiþtî , wê demê bawerî gavek bi pêþve xwe dide, û peyva tazî bi çek dibe û hêdî hêdî hêvî geþdibe û roj di nav bera tariyê de roniyê geþdike û peyva tazî xweþdike. Û daxwiyaniya piþtî 7 rojan ji roja mavê mirova belav dikin da ku milet bibhîze çi tê serê mafê mirovê kurd li rojava û derdê parçebûnê û dermanê bê derman, li min negrin peyva tazî û mazî weha dixwazê.

 

19.05.2006

 

 
Copyright ©dildar.net 2006