Home
add to favorites
dildar@dildar.net      
 

Peyva Tazî 9

 


 

Dildar Ismail  
 

Werne daxwiyaniya daxwiyanî li hev dizîvirin…rojê bist sih daxwiyanî tê der . hemî ew gotinin ew peyvin , ew ser êþ û bin êþin … hemî zik êþin , weyî xwelî li serê pepûk û seroka bê û mirîdê seroka bê , heya daxwiyaniya ji hev didizin (daxwiyanî divê derkeve )bi çi rengî be , tiþtek pê nayê ji ber wa derxistiye divê ew jî derxin kî bi xwênê an ne xwênê … ciyê xwe bigre an negre tiþtek pê nayê ,divê derkeve û belav bibe xwedanê malperê dostê teye an ji binve hevalê ramana teye wê ji tere derxe û bi rengekî mezin û rengîn û di rûpela pêþîde biweþîne û heger dilê wî nexaze wek hûn dizanin belav nake ku dunya bibe sed parçe û kurdistan sed salî bi paþve bi mîne . û boþ û bilêr herdo xwe bavêjin tor û bextê wan ew dernaxin û dernaxin , û weke hûn dizanin malperê kurdan 99,99 xwendevanên wan kurdin ((weke helbijartina serokê rêjîma sûriyê ku 99,99,99 bizorê dibêjin erê û ê bê na li ser serê wî fermane an kuþtine an talane ))?? Ev ne çîroka meye emê vegerin li ser mijara xwe ku daxwiyanî hemî bi zimanê erebî an erebekan têne der. Dibê belkî zimanê erbî zimanê yekemîne di cîhanê de . hemî kes fêrbûye. Lê binere weke nemûne ,,, daxwiyanî ji bona bakurê kurdistanê an rojhilatê kurdistanê tên der weke piþtgirî û bi hemî gotinên qelew û dijwar lê mixabin ku ji xwere nabêjin ku bi kurdî binvîsînin baþtire da ku bakur û rojhilat karibin bixênin ,û piþtgirya birayên xwe nasbikin ji ber zimanê erbekan pêk nayênin .de ka emê çibkin ey serokên lev badayî por sipî û çek rengî û gêla porê yek renge û bejin û bal çelenge… daxwiyanî bîst sihin wek hevin . lê bibhurin gotina heyî binî an a dawî cudaye .li hundirê welat (baþûrê rojavayê kurdistan) daxwiyanî têne der û çi rêxistinên wan li çi welatî hebe li dunyayê heger hebin . bi navê xwe jî derdixe ji ber þerme û kêmaniye her rêxistinek an her leqek ji wan partiya dernexe weke ku hûn dizanin sê mirov li bajarekî çênabe ku bi hevre daxwiyaniyekê derxin ji ber qedexeye an qedexedikin bêjin erê an na , bersiva we nabe daxwiyanî ……?????

14.04.2006

 

 
Copyright ©dildar.net 2006