Home
add to favorites
dildar@dildar.net      
 

AX DAYÊ
 


Dildar Ismail

   
 

Ax lê dayê te ez lorandim
Hejandim nav kul û derda
Gerandim nav êþa dunyayê
Bar neke û min nehêle…?
Neyariya jiyanê zore
Jînek ber dewame
Ji rojê dipirsim
Diçim li ber pêlên derya
Xewneroj û dema dînbûnê
Ar disincire dayê
Kelemên evdaliyê dibarînin
Çerxa bê rûmet…peyda dibe
Miryên bin axê.wê rabin
Li ber hêstirên winda
Ji Kelkela hinavên min
Parçe dibin hestî
Winda dibe rastî
Dayê te ez hiþtim
Li dora min ar û sînor
Kevirên þahîk û ava gemar
Kêra tûj û nanê sar
Hate min xezeba dunyayê
Berî ez bêm…xaka jînê
Ax lê dayê………Ax..?
Navê te dimîne gul û bax


 
Copyright ©dildar.net 2006