Wêranbûn …….û……belabûn
Bawerî dimîne reþ nabe xak
Þev namîne tarî
Agir û zindan ber çavê mine
Ji destê kê………………. ?
Kirwanên tev mirov koçber dibin
Reþ nabe xak
Xwîna birîndara xwîna þehîda
Nale nal û zare zar
Temî ji bav û kalan
Rizgarî serxwebûn çax derenge
Reþ nabe xak xewneroj navim
Derenge û her derenge
Çax ………..û dem dibhûre
JIBÎR NABE
Agir dileyzê dibrêjê
Goþtê zarokan………?
Deriyên kilîtkirî pencerên girtî
Roja alîkariyê miletekî dûr
Cûdeyî hev ziman û her tîþt
Zarokên bindest û alîkarî
Çidibêje zarokên dilovan
Dayikên dil þewat
Vebû birîn ..girî û zare zar
Ji destê kê kê amzekir
Rojek tarî tev dûman
Wijdan li kû ma zarezara zarokan
Bê mirad çûn bê ronî
Destê giran çawa biramîsim
Bere qeder bê dûman û leylan
Roj wê xwevegerîne rojekê
Sînema bajarê amûda delal
Agirê dijwar dibrêje goþtê zarokan
Gulê buharek xemgîn
Bê ol bê wijdan …zarok û kîn
Hebûn û nebûn nebivî rengî
Hisret û hêviya dayikan
Hestiyên teraf…windanabin
Ji bîr nabe tucar
Bere bileyizê ……
Agirê sînema amudê 13.11.1960
Agirê zindana hisîça 23-24/03.1993
Çawa emê ji bîrkin
Ji bîr nabe hezar sal bibhure
Þewata mirovan û zarokên bê guneh
Rêjîmên terorist dem wiha namîne
YAR BIRÎNDARE
Yar ne li male windaye birîndare
Xwendevane rengê zînê
Tûr û bextê bê bexta
Bimrê li dunyayê
Pêsîr û bejin û balê
Bixemlîne yar
Ez bê warim neke gazin
Çi bixwazim ne nalîne
Evîn wiha nabê
Peydake textê civan
Paþ bihêle gotinên kal
Gul û kulîlka bi çîne
Ji dengê birîn dilvîne
Dûrxe rehma li dor
Dibextê tede nelezîne
Tû birîndarî lê yar
Ez dildarim bê war
MÊHVANA DÛR
Ka ew dem ew roj ew sal
Oxirbê mêhvana dûr
Bi mîne li benda heyvê
Her roj û her þev
Ezê biþînim
Nameyek miþtî silav
Bi kevoka bask þikestî
Reþkên þeva windane
Dil negre ji birînê
Tuyî xewn û xeyal
Peyva li ser zar
Axîn peyda dibe
Mirovekî bê deng û rêç
Kole ser sînorên dunyayê
Carek doza ronahiyê
Û carek hêvyên hêstirên winda
Jiyanek bê serî
Min di gerîne mêhvana dûr
Civînek bê derî
Min dixe ramanên kûr
AWIRA NEDE
Dilberê poz bilindê
Reng zêrînê
Bi çavan awira nede
Dil ma bê xwîn can tê hev
Buhara bê gul mirina min
Þaxên bê pel navim
Xewnên derew þiyarin
Zivistana bê baran navim
Tev êþ û derd
Cejna bê xelat navim
Azmanê bê heyv tariye
Û heyva bê sitêr navim
Bê te nikarim dîlber
Awira ji min nede
Awirên te min dixin
Bin kevirên deþt û çiya
Binya bîrek kûr
Hundirê gornê bi saxî
Tê xwar axa korbûnê
Daxwaza awiran çiye
Li hev bîne peyvên dil
Rastiya temen buhaye
Ji bo te diyar dikim
Her nerînek ji çavên te
Dugvêþe can û
Tê xwar xunav
VAYE HAT
Vaye hat bêhna buharê
Avdarek bi xunav
Kulîlkên sor
Kulîlkên zer
Geþ dibin û di çilmisin
Evîna dûr xweþ dibe
Li benda rojek nû
Hebûna kulîlkên rengîn
Azadiya winda winda
Mafê kilîtkirî
Cejin û ser sal bi hevre
Vaye hat
Bi dil þahî û rû geþ
Li buharê diweþînim
Xewnên zivistanê
Hin tarî û hin ronahî
Aldarim li ber
Roj û jiyanek nû
Vaye hat li gel
Silav û xelat ?
DERDÊ GEL
Derdê min ?
Derdê we ?
Derdê gel ?
Hêviyek ne dûr
Hêlînek bê sînor
Çartewên caw
Bi xemlînim daw
Kesk û sor
Nemîne zor
Zer û sipî
Çêkim azadî
Þîndibim geþdibim
Hêdî hêdî
Li ber aþtiya
Welatekî delal
Geþdibim û þindibim
Li ber evînek zelal
NA
Tev di bêjin na her tû yara minî
Can bikin sed parçe tiwî dil û can
Eþqa evînê kore bere werin…..
Bikolin gora min ser dîwarên jînê
Binvîsin navê min ji kêlê birînê
Derdê evîna min…hebûna te
Tev dibêjin û hê dibêjin
Na tû sax û na tû mirî
Deryayek bê binî cenga bê dawî
Tiwî yara bê veger
Dil ma bi kul û keder
Bextê dildara her eve
Dûrbûnek þev dere û bera bêjin na
Bera bimînim li ber tavên buharê
Bê xwar baran û zîpik
Bere þev li min bigerê
Bivemirin çira û sed carî bêjin
Na….na …na…na…na…
Her tû yarî ………….yar
DÎSA
Dîse ezê vegerim
Li benda min nemîne
Yek hêstir ne barîn
Diçilmise û di weste
Þax û ber…..
Derdê dûrbûnê didê ser dil
Gotinên te dibin barê mil
Herdem birêve
Ser latên bê binî
Berf û baran hêdî hêdî dibarê
Dîse ez û þevê dicivin
Li hev dibin mêhvan
Qedexeye evîn li min
Û her nayê xwar
ÇIMA TARIYE
Leylane çirayên dûr
Xelamûr û navê te
Pencera tarî bê deng û zar
Çar bi çar dicivîne li min
Kul û keser ……….çima
Jiyanek arzan warekî nezan
Riya min tev tariye
Çima lê dayê çima
Her wihaye bextê min
Hebûna hêviyên winda
Qad û azman ji hev dipirse
Nayê der ji hev
Dojeh û buhiþt
Qêrîn nayê der
Dibe wekî hev
Çavên þevê dijwarin
Çima tariye lê dayê…..çima
|