Zivistan çû buhar buhirî
Havîn hat weþiyan pel
Barana hûr vebûn gul
Vebûn kulîlk
Û di çilmisin
Ramanê dîlberê li kû man
Çav windabûn dûrketim
Leylan û ar
Hardibin koç û hêvî
Riya dûr
Dibhurê roj tê êvar
Ramanên kûr
Diçin û tên
Di odêde tenê
Çawa bibînim
BERIF
Bere bidê ser min
Sêlav………sêlav
Xunav û can
Pereng û dil
Xuyabe pêjor
Pêl ser pêla
Çawa pêwend çêbû
Kawî û mêjî
Li kû dimînin
Gava dilvîn dikhê
Li kû dimînin
Li kû dimînin……………
Li kû…………
Dimînin ....... dimînin
VENEKE
Veneke pêsîrê
ji bona…………bramîsim
Derman neke………dil
Hêvî……………hêvî
Herdo lêva ji wan qendav
Dermanê dil
Evînek nû………………
Evînek zelal
Navim þahiya rojê
Dîlbera çend rojan
Warê min………………………
Çi zanê…………………………
Sincî dimîne…………………
Dimîne û dimîne .......
NAYÊM XWAR
Bere li min bibêçin
Hîzarê sipî……………………
Tirbê bikolin
Bere birizin…………
Hestiyê min
Nayêm xwar ji dozê
Bere bê rijandin
Xwîna min bibe gol
Bikelê bê fûrandin
Poþman……………
Poþman nabim
Nabê tucar…………
Bê welat bê azadî
Zindanên tarî
Qada zuha…zordestî
Nayêm xwar ji maf
Mafê min welatê min
Kurdistana min……….
MIN NEDÎ
Min nedî ew çavên reþ
Ew lêven hingivî
Gotinek xweþ
Awazek nû
Xewnên þeva
Hêvî dimîne
Da ser min
Riya vegerê
Min nedî eþqa dil
Tev bû xem
Warê nezan nezane
Evîna sala
Windadikin bihesanî
Dikin þerim
Baweriyên hiþk
Mêjiyên kevin
Çawa bê guhertin
Jiyan ava bibe
Evînek zelal Ser ramanên nû
Bibînim evînek nû
NANERÊ
Ciwanî dibhure
Razîbûna jiyanê
Rojek xweþ gulek geþ
jê nehat
Dibhurê li min nanerê
Dilê xemgîn hiþê vebestî
Roniya tarî û tarî bende
Ne xwîn rêjîme xizanî dibhure
Xiþma qad û azman
Para mine herdem mayîn
Xame dinvîse berdewam dike
Ayend wê çawa bê
Bi çi rengî qet nizanim
Dibhure jiyan
Dibhure ciwanî
Nanerê û yek nabirsê
NAPIRSIN
Rayê darê diçilmise
Diqeliþe tûfil
Pel diweþin
Kî dibirse
Kî wê bipirse
Kî napirse
Kes û qet kes
Nabirse
KESERDAR
Keserdar yan hêvî
Ji wan awira
Dilê tenik di civîne
Roj û ar bê dûman
Hilmek gerim nale nal
Dirûþim mijûl dibim
Ji wan awira
Keserdar yan hêvî
Awirek tûj
Wêrîn ji min çênebû
Tuncika ser çava
Rengê tuncîn
Dêmen tîl þewqê dibe
Keserdar yan hêvî
ÞAHÎ
Sînga sipî
memkên gerim Çemekî kûr
Agir dihinava de
Geþdike dikele
Sêla sincirî
Dibe diparçe
Þahî þahî
Þahiya rojê hilma gerim
Çi rojek xweþ
Þahî û herdem þahî
Xweþdibe jiyan sivikdibe can
Divê zanebûn
Þahiya rojê þahiya þevê
Xwezka herdem hebê
DIMÎNIN
Kêlên bixwîn
Çiyayên bilind
Evîna pêþî
Kaniyên avê
Mezin dimînin
Maça bi zor
Xewnên reþ
Çîrokên razanê
Awazên xweþ
Hêdî hêdî dimînin
Gulên geþ
Dilopên baranê
Çemên kûr
Gundên miþextan
Namînin namînin
GAZINA NEKE
(zorava)
Dîlbera evîndar
Xwiyaye di çavande
Awaz û xelat
Ez dizanim tû çi dixwaze
Gazina ji min neke
Jiyanek tev sînor
Ji bîr nakim wan çava
Wan peyvên naz
Dilê min dinale ji dîtina bejnê
Ew bejna zirav
Çûna min bite girane
Gazina neke para min eve
Welatekî dûr
Pir zehmete
çara vegerê nexyaye Ji bîr nakim evîna dil
Girane wekî ar
Agirkî bê dûman Gazina neke
Doza azadî û ramanên nû Daxwaza mine dimîne evîn
Bibim þahê berlîn
Hêstira nebarîn
Tiwî delala dil mihvana þevê
Bêje çend gotina rihetke dil
Nemîne cemidî
Xweþ ne xweþ bêje Gunehkarim ez delala dil
Temenê ciwan dibhure
Rojek xweþ min nedî
Jiyana min eve Gazina ji min neke
tev sînor û kêl Delala dil rengê te roniya min
Gotina te helbesta min
Çawa bikim xatir
windakim wan çava Gazina neke te ji bîr nakin
BIXATRÊ TE
Bixatrê te dayika min
Ezê barkim ji van wara
Ciyê min nema ser zinara
Warê min çi zane……… ?
Bûye daristan bûye rêl……
Sînor û kêl para minin
Bese dayê bese ezê barkim
Nebarîne hêstiran
Çava ne êþîn dil nek birîn
War çi ware vîn kuþtin
Bawerî nema hêdî hêdî
Gazina neke min nedî rojek xweþî
Ji bîr nakim þîrê þipî ---------
BAJAR YEKE
Bajarekî mezin xebateke dirêj
Dest li hev dest raserî hev
Rê vebû hatin bi lez
Dizên dunyayê levakirin
Belakirin qad û gel
Mêhvan û diz diz nebesbûn
Hatin ji dûr dizên nûjen
Bê ol pênc diz û bajarek
Para wan ser deste palandin
Buhirîn roj derbasbûn mih
Derbasbûn sal
Dîrok winda nebû Diza ji hev dizî windakirin
Kirin xewin her winda nebû
Dîrok û ziman û nav
Mirovê bajar raketin
Ketin xewnek giran
Þikefta wan kesan
Xew û xewn her winda nebû
|