Were min derxe ji zindanê
Derman bike dil û can
Diçim biber dînbûnê ve
Levdixim gund û bajara
Ax li min gera dunya
Xilmaþdibim
Li ber xewnên kêvjal û masiyan
were min derxe ji derya bê binî
Dewrane jiyana xilmaþkirî
Min rake ji ber diranên davê
Li ber sûlavên bê raman
Guneh ji destê dayik û bav
Qedexeye evîna dîwarên hêrivî
Ji ber herdo çavên te…….
Dikevim ber diranên jahrê
Êþa marê reþ peyda bû
Were tû min rake
Ketim ber gotinên çewt
Ber dest û piyan
Raketim ser qeþa zivistanê
Xunava buharek nû...…?
Qorziyê çavên dil birîndarin
Lêvên naz winda dike hiþ û raman
Hinarê rûkên bê sînor
Birhên zirav dengê zelal
Anya maçê reþbûna þal
Dismala sor kembera bejnê
Birûskên jor û jêr……………………
Bidin ser xaka gora min
Dilê min zîze keziya hûnandî
Dewere min derxe …………?
Navbera çar dîwarên bê deng
Çar dîwarên þil û xav
Barandina hêstirên þevê
Çi tê serê hêstirên payêzê
Ser salek bê þahî .þikeftek tarî
Li ber çira gur û þêran
Roviyên xapekar û kevokên bask þikestî
Min derxe ji bîra hêrivandî
Bilîlîne da ku bikim dîlan
Kofiya renge reng ………
Çavên sipî û reþ ji bîr dikim
Nalîna dil nakê deng
Qeze bikim her li mêj
Min nehêle dîn û gêj
Were min rake
Li ber dîwarên hêrivî
Aþê jiyanê digere dihêrê hûr û gir
Ji hev nayên der kizmik û kaya hûr
Ji te awaz ji min bilûr
Buhirîn gelek mih û sal
Dewere min derxe û rake
Agirê dil disincire û roj nehat der
Dûrbûnek tev kul û keser
Dewere min rake.û min derxe
|