Hat bi bez û lez
Xewna wê þevê Çirayên li hev pêçayî
Siwarên oxirê çûn
Derbasbûn riyên çep û rast
Jiyanek xav
Arzandibe û dimre Her weke te xewnê …….
Keskesor û tariya pencerên girtî
Bilûrîne dengê hêstiran
Bi civîne rojhilat û rojava
Da ku vekin qeydên çîroka min
Rûpela windayî
Dengê rûndikên rijandî
Rengê dûrbûnê rûreþiya bê mirad
Hogirên li ber diçin bawerî nema
Hêvî buhirî û her…………..
Diçilmise û windadibe
Xewna ne xewn……?
Ji min dûrkev …….xewnê … ???
|