Home
add to favorites
dildar@dildar.net      
 
17/06/2006

KANÎ WELAT
 


 

Dildar Ismail  
 

Þano vedibe….pêdkevin ronahî û hêdî hêdî derbas dibin ser þanoyê

Bavê kawa : ax ax çi bêjim çi ne bêjim qet nizanim çi dibînin çi nabînim bê hiþ dimînim .

Kawa :yabo dengê te tê ti çi dibê jê .

Bavê kawa : êjî nizanim li xwe binêre tê zanibê

Kawa: ez dînim ezê li xwe binerim.

Bavê kawa : heyfa te ê dîn ezim ku mi biyate kir ez hatim bi çi aqilî ez nizanim.

Kawa : çima qeyî ti poþman bûye yabo

Bavê kawa : poþman bûme û hew.

Kawa :ma çi ji te kême ti wilo dibê jê.

Bavê kawa : çi ji mi kême. Gelek ji me kême.dunya ne xwarin û raketin û perene

Kawa : na yabo ti divirde þaþbûyî ,bê pere mirov çiya yek ji bo çi dijî ku pere nebe.

Bavê kawa: ku mirov bê rûmet bê windabê. Dest li ber parsê bê , pere wê çi bikin.

Kawa: rûmet çiye li kûjan bazarê difroþin

Bavê kawa : li kujan bazarê .erê erê dunyayê.

Kawa: ev der uropaye ne ew xaniyê ketîne

Bavê kawa: uropa ya xwediyê xweye ne ya min û teye

Kawa : ya kêbê îro heye korîma sipê kirî û ya baþ dev ji va tiþtê vala berde

Bavê kawa : tiþtê vala...... ew serê te valaye ku ti nizanê çi dibêjê

Kawa :ez zanim ez çi dibêjim va ti bi çavê xwe dibînê çawa xelk pêþ dikevin

Bavê kawa : xelk zanene û welatê waye ji xwe wê xweþkin ..... lê ka bêje ew zimane te ê dirêj , ka te çi ji welatê xwere kiriye .

Kawa : welat çiye ti çi bixwazê li vir heye

Bavê kawa : heyv li xortê weke te ku xwe ji bîr dikin ji kû hatine û têne guhertin bi hesanî

(azad derbas dibê û diçê riwê bavê kawa )

Azad : roj baþ mihvanê delal ti bixêr hatî, ser çav û herdo serê min ji vir heya welat

Bavê kawa : gelekî bi xêr lê qeyî mirov bi di seriyaye

Azad : bibhurêne birastî gava mi bihîst ti hatiye ez bilez hatim ku te bêhn bikim ne bihna te , bihna welat û ew gundê dayikê ku ez lê çêbûme bêhna civat û tevgera gund ji te tê.

Bavê kawa : xwiyaye di gutinê tete riya te û kawa ne yeke qet ti nehatiye guhertin.

Azad : na apê delal teliyên desta newek hevin .

Bavê kawa : gelek sipas ji tere û sed heferim ji xortê weke tere .

Azad : yê baþbê herê kuderê wê baþbê ,lê yê pîs wê pîs bimînê heta bimrê .

Bavê kawa : ma ka xortê weke te .

Azad : ji mire bêje apo rewþa welat çiye milet çawa jiyana xwe dibhurîne bavê kawa

Bavê kawa : heyfa navê kawa ku mi li vî kurî kir

Azad : apo jê berde yên weke kawa pirin . û jê xerabtirin lê kes bi wa nizanê

Kawa : kemilî...........xwediyê welat hat xwediyê gotinê qelew.

Azad : heme tê wilo bimînê ti bimrê kes nabê rehme li tebê

Kawa : mi ji wa qebûle bere kes rehmê nekê

Bavê kawa : dev jê berde ew jî nizanê çi dibêjê

Kawa : ez nizanim çi dibêjim ji xwe ê zanê ezim . de li halê wî meyzê daye peyî karê vala ne tiþtekî pêþ dixin û ne tiþtekî paþ dixin .

Azad : tiþtê em karin eve were keremke ka bê tê çi pêk bînê , ne bi gotinê valaye gelekê wek te ziman dirêj û qure hene , dunya ne rojek û didoye , mirov ne windabê ew bese . baþe qeyî ti renge xwe nabinê .

Bavê kawa : xwedê hemrê te dirêjkê birastî xortê weke te kêmin.

Azad : na wilo ne bêje xortê welat parêz pirin ê xwe winda nakin li ser hêviya dijîn

Kawa : malaminê çi hêvî hêviyê hemû derew ku her yekê bi êdî dikenê

Azad : dunya hemî reng têde hene ê baþ jî pirin û ê weke te jî wê hebin

Kawa : baþe ê weke mi jî hene ma ez çawa me

Azad : ma ti çawayî ez çi bêjim ez nizanim

Bavê kawa : ez zanim ti çawaye ti kerekî bê teriye

Kawa : na yabo mi ev hêvî ji te ne dikir...... ez wilo me

Bavê kawa : ma te çiyê hêviya hiþtiye ti wiloye û ji wilo xerabtirî mi jî di ku kurekî min heye, bere wê þevê ez çûba aþ çêtirbû......

Azad : dilê xwe ne êþîne ê ji kawa kambax tir hene lê kes bi wa nizanê

Kawa : ma ti çiqa qureye ti va gotina ji kû tênê ez nizanim zimanekî dirêj

Bavê kawa : bese ...wele ti ne þerim dike û ne fedîdike .

Azad :apo dev jê berde ka rewþa ê ti ji nav wa hatî çawane çi dikin çi nakin

Bavê kawa : lawo ma ezê çi bêjim jiyanek zore gel têde di jî û rewþa malawe birastî dayika te, herdem nexweþe û her gav dibê jê xwezka ez berî bimrim ez kûrê xwe azad bibînim û hew .

Azad : wek ti dibînê ne bidestê mine û weke ti zanê her roj digirtin ser malê ,rojek xweþ nebû û ez nikarîbûm ti karî bikim mi jî berê xwe da riya bê veger heger ez li welat hêdî hêdî dimirim li vir rojê sed carî dimrim û rewiþ eve .

Kawa : rewþa helawçiyaye ....heta ti bidê peyî tiþtê vala wê rewþa te, ev bi mîne .

Bavê kawa : wele ku te xwedîtibe te wilo ne digot

Kawa : ez xwe dibînim ez gelekî xweþikim

Bavê kawa : baþe ku ti xwe bibînê ez ne behwerim

Azad : dev jê berde dunya ne rojek û didoye , wê rojek werê û wê poþman bibê û wê li serê xwe bixe ev ne ciyê meye ,û nabê welat ji mere û nabê bengih

Bavê kawa : berê hatiye gotin (þam þekire lê welat þêrîn tire)

Azad : ax ax ji kerba xerîbiyê lê ka ew roja ez vegerim bibînim wan sikaka wan kalê delal wan dost û hevala biramîsim destê dayika xwe .heye bibînim ji mire bêjin bi dengekî bilind ,heye vegerim bibînim welatê xwe (perde tê girtin bi sitrana daiykêre )

(xilasdibê sitran perde hêdî hêdî vedbê azad rûniþtiye muzîka xemgîn dibê jê )

(derbas dibê bavê kawa)

Bavê kawa : ti çawaye azad bê deng nav çar dîwara

Azad : ma ezê çawabim apo keremke rûne

Bavê kawa : welo ez ji rûniþtinê haçiz bûme

Azad: ma emê çi bikin eve karê me razan û rûnêþtin nav çar dîwara çar dîwarên bê deng li mi dicivin eve rewþa em tête dijîn

Bavê kawa : ka welatê xelkê û ka welatê me her kes welatê wî bi wî þêrîne

Azad : kanî welat em dibê welat û welat nîne

Bavê kawa : welat wê çê bibê ,kes bê welat namînê miletê kurd þîndibê û mafê mirova geþdibe

Azad : ma ka ew roj heya werê em vegerin û bibînin rizgariya kurdistan li her çar parçan.......

û bi ser bilindayî em tev bijîn.

Bavê kawa : bawerbike ew roj wê werê kes bindest namînê

Azad : ma heya kengî emê bê welatbin þepirze û belengazbin li bin destê neyara

Kawa : neyar..... neyar çiye ha ev ji riha bavême kême ê biteriya xwe bileiyzê wê weke te lê werê

Azad : xebera teye ti mabûyî te jî yeke xwe got

Kawa : gotinê min herdem rastin

Bavê kawa : çawa nerastin hemrê te buhirî te ti derew ne kirin

Kawa : xwiyeye rastî tehle vê heyamê ................

Azad : ti ji ku rastî û drewê ji hev zanê

Bavê kawa : ê weke te bere bimrin .bi rûmtire

Azad : birastî emê hemû bimrin dunya ji kesîr namînê lê mirinek bi rûmet û ser bilindayî wê gavê bere em bimrin bere em bimrin

(sitrana .gava ez mirim gelî zindiye.........Mohamed þêxo )


 
Copyright ©dildar.net 2006